PeyamaKurd - Di encama êrîşeke çekdarî ya li dijî hêzên pasdarên Îranê de, hat ragihandin ku pasdarek hatiye kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Li gor medya Îranê, îro danê sibehê li bajarê Nikşehr ê başûrê rojhilatê eyalate Sistan-Belucistanê êrîşeke çekdarî li dijî hêzên pasdarên Îranê hat kirin.
Biryargeha Hêzên Bejahî yên Quds bêyî ku nasnameya kesên êrîş kirine bêje, ragihandiye ku di encama êrîşê de pasdarek hatiye kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Herwiha hat diyarkirin ku rewşa 2 birîndaran giran e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin