Li dijî qereqolê êrîs: 3 polîs û 3 çekdar hatin kustin

Li dijî qereqolê êrîs: 3 polîs û 3 çekdar hatin kustin

PeyamaKurd – Li eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê, qeroqeleke polîsan rastî êrîşeke xwekujî û çekdarî hat.

Di dema êrîşê de, pevçûn derket û di encamê de, 3 ji wan polîs û 3 jî êrîşkar hatin kuştin.

Li gorî ragihandina rayedarên Pakistanê, êrîş bi hejmareke zêde ya êrîşkaran pêk hatiye û lêgerîna bo êrîşkarên reviyayî dewam dike. Piştî êrîşê li nexweşxaneyên bajêr rewşa awarte hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî çekdarên Belûcî êrîşî hejmarek qereqolên leşkerî li Pakistanê kiribûn û gelek endamên hêzên ewlehiyê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin