Li Donetskê, 2 helîkopter ketin: Mirî hene!

Dîroka weşanê :
Li Donetskê, 2 helîkopter ketin: Mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li herêma Donetskê ya Ukraynayê, 2 helîkopterên aîdê Ukraynayê ketin xwarê. Li gorî hat ragiandin, di encama qezayê de hemû pîlotên nav helîkopteran can dane.

Serokê Servîsa Çapemeniyê ya Koma Leşkerên Rojhilat a Hêzên Çekdar ya Ukraynayê Ilya Yevlas, ji Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Ukraynayê re got ku li Kramatorskayê 2 helîkopterên Ukraynayê ketine xwarê û di derbarê hûrgiliyan de wiha got:

"Dema ku li herêma Kramatorskê erka şer dikir, ji bo ku nebin hedefa balafira dijmin, balafira Su-35 a dijmin rabûye ku dakeve. Tiştê ku di wê demê de qewimî, ji aliyê komîsyonê ve tê lêkolînkirin bê ka ew bi moşekan hatine xistin an na? Gelo ev xeletiyeke din e, tam çi ye û ji ber çi çêbûye, hemû tê lêkolînkirin.”

Yevlaş destnîşan kir ku ev qeza di 29ê Tebaxê de çêbûye û di qezayê de 6 pîlotan can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin