Li Efganîstanê firokek ket: “Kes nefilitî!”

Dîroka weşanê :
Li Efganîstanê firokek ket: “Kes nefilitî!”

PeyamaKurd- Li Efganîstanê firokeke Artêşa Efganîstanê ket. Di encama qezayê de 25 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li Rojavayê Efganîstanê li nêzîkî bajarê Ferahê firokeke leşkerî ya Artêşa Efganîstanê ket. Di derbarê bûyerê de berdevkê hukûmetê Naser Mehrî daxuyaniyek da û got firok ji ber şertên hewaya xirab ketiye û di encamê de 25 kes mirine.

Di derbarê bûyerê de Talîbanê jî daxuyaniyek da û got ku me firok daye erdê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin