PeyamaKurd - Çavdêreke siyasî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, grûbên tundrew ên muxalefeta Sûriyê li Efrînê xelkê bi tundtirîn şêwe azar didin. Rêxistina Human Rights Watch (Çavdêriya Mafên Mirovan) jî eşkere dike ku ew çekdar jibilî ku xelkê azar dikin, cih û warên wan jî wêran dikin ji bo ku Kurd venegerin ser mal û halê xwe.
Îsmaîl Şerîf ji malpera PDKê re ragihand: “Grûbên çekdar li Efrînê cotyarek bi navê Mihemed Îbrahîm girtibûn û bi tundtirîn şêwe ew welatî azar û îşkence kirine. Ew bi xwe xelkê navçeya Xelîlokê ye û li ser karê xwe bû lê ew çekdar lê hatine hev û bi tundtirîn şêwe lê dane. Ew cotyar temenê wî 54 sal e û qet pêwendiya wî bi karê siyasî tune ye, lê grûbên çekdar yên ser bi hêza Sultan Murad ve hatin û bi tundtirîn şêwe lê dan û sivkatî bi wî û malbata wî kirin û heta niha rewşa wî ya tendirûstiyê pir xerab e.”
Li gorî zanyariyên Îsmaîl Şerîf ev karên grûbên çekdar li hemû Efrînê berdewam in û xelk êş û azareke mezin ji destê wan dibînin, ku hefteya borî jî wan çekdaran êrîş kirin ser Cîgirê Serokê Bajêrvaniya Şiyê Ehmed Şêxo û ew jî bi tundtirîn şêwe îşkence kirin û lê dan.
Rêxistina Human Rights di raportekê de behsa Efrînê dike û daxwaz ji rêxistinên mirovî û mafê mirovan dike ku bilez li dijî wan reftarên çekdaran bêdeng nemînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin