Li Elmanyayê teqînek çêbû: 3 kes mirin!

Li Elmanyayê teqînek çêbû: 3 kes mirin!

PeyamaKurd- Li Elmanyayê li bajarê Bremenê di malekê de teqînek çêbû û di encama teqînê de 3 kes mirin.

Erkdarên polîsên Bremenê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek dan û gotin ku teqîn li navçeya Huchtingê di hundirê malekê de vê sibehê çêbûye. Di encama teqînê de pîrekeke 41 salî û zarokeke 7 salî mirine. Di maleke nêzîkî vê malê de jî pîrekeke 70 salî ji bandora teqînê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyan teqîn di çatiya xênî de çêbûye lê belê sebeba teqînê heta niha nehatiye zelalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin