PeyamaKurd – Odeya Hekîman a paytexta Tirkiye Enqerê (ATO) ragihand ku hejmara karmendên tenduristiyê yên bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 943 kesan û 5 kesan jî can daye.
Li gorî daxuyaniya ATOyê heta 24ê Îlonê hejmara karmendên tenduristiyê yên bi koronayê ketine bûye 943 kes ku ji wan 154 bijîşkên pispor in.
Herwiha 5 karmendan jî ji vîrusê can daye ku 4 ji wan bijîşk in û kesek jî karmendê tenduristiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin