PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Loristanê otobusa ku 40 rêwiyan hildigirt di helan de çû jêr û di encamê de 10 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Xebata rizgarkirina rêwiyan dewam dike.
Rêvebirê asayîşa eyaleta Loristanê Muhammed Gademi di daxwuyaniya xwe de got ku otobus ji eyaleta Huzistanê diçû Kirmanê û li ser rêya Andimeşk-Poldohter qeza kiriye.
Qeza li gor seeta Îranê di 12.39an de bûye û di encamê de 10 kes mirine û 4 kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin