Li Ezezê bi hawanan êrisî hêzên tirk kirin, 5 lesker birîndar bûn

Li Ezezê bi hawanan êrisî hêzên tirk kirin, 5 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd -  Li Ezezê ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê, bi hawanan êrişî baregeheke hêzên artêşa Tirkiyê (TSK) hat kirin. Di encama wê êrişê de li Ezezê 5 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

Li gorî zanyariyên medya Tirkiyê, ew êrişa bi topên hawanî ji Til Rifetê hatiye kirin ku di Til Rifet di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Hêjayî gotinê ye ku Til Rifet, di sala 2016an de ketibû destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin