Li Hesekê balafiran sivîl bombebaran krin!

Li Hesekê balafiran sivîl bombebaran krin!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê li Başûrê bajarê Hesekê, balafirên şer yên hevpeymanê, sivîl bombebaran kirin û di encamê de 4 sivîl hatine kuştin.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihand ku hêzên hevpeymanê êrîşî gundê Hecadê kirine ku ev gund di destê IŞÎDê de ye. Di encama êrîşê de jinek û 3 zarokên wê hatin kuştin û 5 kes jî hatin birîndarkirin. Birîndar jî hemî ji malbatekê ne û 4 ji wan zarok in. Rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin