PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Nadûyê leza bayê giha 75 km. yan, li deverê baran û ba bûn sedema qutbûna elektrîkê û gelek dar qelibîn. Di zerara bahozê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandina serokwezîrê eyaleta Tamil Naduyê Muthuvel Stalin; li seranserê eyaletê 185 xanî û qulube zerarê dîne, li payîtext Chennaiyê 400 dar qelibîne. Li eyaletê xebat tênkirin ku zerar û ziyan bên tesbîtkirin û 25 hezar kes dixebitin da alîkariya mexdûran bikin. Li eyaletê 16 seferên balafiran hatine betalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin