PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Tirkiyê li Idlibê li ser rêya M4ê leşkerên Tirkiyê rastî êrîşekê hatin û 2 leşker hatin kuştin.
Hat zanîn ku leşkerên artêşa Tirkiyê ku li herêma Tevgera Mertalên Biharê di operasyonê de bûn, rastî êrîşa komên çekdar hatine û 2 leşkerên çawîşên pispor ên bi navên Ramazan Nayir'in (25) û Oguz Taş hatine kuştin.
Li gorî hin çavkaniyan komên cîhadî li gundê Mahmbelê Idlibê bi çekên ku Tirkiye daye wan êrîşî karwana leşkerî ya TSKê kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin