PeyamaKurd- Li Îranê li ber tixûbê Pakîstan û Îranê li Eyaleta Sîstan û Belûcîstanê li bajarê Mîrcavê 14 leşkerên Îranê hatin revandin.
Çapemeniya Îranê ya fermî di derbarê bûyerê de ragihand ku îro li bajarê Mîrcavê 14 leşkerên Îranê ji aliyê komeke çekdar ve hatine revandin. Ji kesên ku hatine revandin 7 jê milîsên Besîçê ne, 5 muhafizên hudûdan û 2 jî muhafizên Artêşa Şoreşê yê îstîxbaratê ne.
Li gorî agahiyan 14 leşker ji aliyê “Ceyşu’l Adl”ê ve hatine revandin. Lê belê heta niha ji aliyê erkdaran ve daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin