Li Îranê bi çekan li hev xistin: 28 birîndar hene

Li Îranê bi çekan li hev xistin: 28 birîndar hene

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Rezewî Xorasanê li bajarê Meşhedê di pevçûna bi sîlihan de 28 kes birîndar bûn û polîs 19 kesan xistin binçav. Pevçûn li ser acizkirina keçekî destpêkiriye.

Li gor ajansa Tesnimê; li bajarê Meşhedê li devera Ahmedabadê pevçûn di navbera du grûban de derketiye. Di pevçûnê de 19 hemwelatî û 8 kes ji terefên pevçûnê birîndar bûne.

Dema polîs diçin ciyê bûyerê, kesên pevçûne bi çekan li polîsan jî xistine û polîsekî birîndar bûye.

Hat gotin ku drûbekî keçekî aciz kiriye û li ser wê pevçûn derketiye. Polîs gelek çekan jî girtiye û 19 kes di bin çavde ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin