PeyamaKurd – Dewleta Îranê li bajarê Kazwînê 2 Azeriyên bi navên Heydar Safdari (28) û Sohrab Niyazî (30) ku ji ber maddeyên hişbir, bi cezayê îdamê hatibûn cezakirin, di 15e Adarê de serê siba di Zîndana Çûbindarê de îdam kirin.
Heydar Safdari ji Zencanê ye û Sohrab Niyazi, ji bajarê Kazwînê ye. Safdari 2 sale di hebsê de ye û Niyazi 3 sale ku di hebsê de ye.
Heya niha medya dewleta Îranê xebera îdama wan bo raya giştî ranegihandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin