PeyamaKurd- Li Îranê li bajarê Ahwazê di dema merasîma derbasbûnê ya leşkerî de komeke çekdar êrîşî leşkerên Îranê kirin. Di encama êrîşê de 8 leşker hatin kuştin.
Îranê ji bo salvegera xilasbûna şerê Iraq û Îranê meresîmeke fermî li dar xist. Di merasîmê de, 4 çekdarên ku cilên leşkerên Îranî li xwe kiribûn, êrîşî merasîmê kirin. Koma çekdar bi çek û sîlehên xwe li leşkerên Îranê reşandin. Bi qasî 10 deqîqeyan şêrr dewam kir. Li gorî agahiyên pêşî, di encama şêrr de 8 leşkerên Îranê hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirine nexweşxaneyan. Heta niha di derbarê êrîşê de tu daxuyaniyên fermî nehatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin