Li Îranê pêvajoya hilbijartina serokkomar destpê kir

Li Îranê pêvajoya hilbijartina serokkomar destpê kir

PeyamaKurd - Li Îranê pêvajoya hilbijartina serokomariyê destpê kir. Hefteyek piştî ketina helîkopterê ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî tê de mir, biryar hatibû dayîn ku hilbijartina serokkomariyê di 28ê Pûşperê de bihê kirin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Wezîrê Hundirin Ehmed Wehîdî biryarnameyek derxist û fermana destpêkirina pêvajoya hilbijartinê da.

Di biryarnameyê de ev agahî hatin dayîn:

 “Di dema sersaxiyê de ji ber şehadeta Ayetullah Dr. Îbrahîm Reîsî û hevalên wî yên hêja, biryar hat dayîn ku di çarçoveya xala 131emîn a Destûra Bingehîn û xalên 38 û 39an ên Hilbijartina Serokomariyê de pêvajoya hilbijartina 14emîn a dewra Serokomariyê bihê destpêkirin."

Li gorî vê biryarê, qeymeqamiyên gelemperiya Îran û Rojhelatê Kurdistanê hatin erkdarkirin ku di nava 3 rojan de li herêmên xwe navendên hilbijartinê û desteyên rêveberiya hilbijartinê ava bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin