PeyamaKurd – Hat ragihandin, di van demên dawîn de li Iraqê bircên veguhestina elektrîkê bûne hedefa êrîşa terorîstan.
Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, terorîstan bircên veguhestina elektirîkê kirin armanc di demekê de ku hikûmet hewl dide baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike li wî welatî ku germahiya zêde bi bandor e.
Di dawiyê de hat diyarkirin ku xeta elektrîkê ya Bexda-Diyala li herêma Xan Banî Saad hatiye hedefgirtin.
Yehya Resûl diyar kir, wê li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, fermandarê her yekîneyekê têkildarî êrîşan, efserê îstixbaratê û fermandariya ewlekariya herêmê lêpirsîn bê destpêkirin.
Resûl eşkere kir, kesên li pişt êrîşan wê bên tespîtkirin û girtin û got, "Em ê nehêlin ku aborî û çavkaniyên welat zirarê bibîne."
Ji aliyeke din ve jî Fermandariya Operasyonên Cezîre û Badiye ragihand ku ji bo ewlekariya Fermandehiyên Operasyonên Selahedîn û Rojavayê Neynewayê û herwiha santralên elektrîkê û bircên li herêmê wê operasyon were lidarxistin.
Fermandarê Operasyonên Cezîre û Badiye Kesir Ebdulrehman Hesen di daxuyaniyekê de got, “Niha hemû birc û santralên elektrîkê ewle ne. Bi saya kamerayên ewlehiyê û dewriyeyan, DAIŞê nekarî di êrîşa dawî de bircê bi temamî biteqîne."
Di salên borî de bircên ceyranê li Iraqê bûne armanca êrîşên DAIŞê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin