Li Iraqê coteteqîn: 3 jin hatin kustin û 3 polîsên Iraqê birîndar bûn

Li Iraqê coteteqîn: 3 jin hatin kustin û 3 polîsên Iraqê birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 5ê Mijdarê li devera Abbara ya Diyalayê di encama teqînan de 3 jin hatin kuştin.

Şaneya ragihandinê ya ewlehiya Iraqê da xuyakirin, di encama teqînên li Diyalayê de, 3 jinan jiyana xwe ji dest dane û 3 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.

Şaneya ragihandinê li ser birîndarbûna 3 endamên hêzên ewlehiyê jî diyar kir ku piştî teqîna bombeyê hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û bombeyeke din bi wan de teqîyaye û birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin