PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê 2 hezar 200 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 79 kesan jî can daye.
Ev hejmara tûşbûyan ya herî zêde ye ku li Iraqê di rojekê de tê ragihandin. Herwiha li gorî amarên dawî Hezar û 61 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Heta niha li Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî 36 û 702 pêketiyên vîrusa koronayê hatine tomarkirin û hejmara miriyan jî bi tevahî gihîştiye Hezar û 330 kesan.
Li gorî amaran 16,814 kes bi temamî baş bûne û 18,558 kes jî li nexweşxanyan di bin çavdêriya pizîşkî de ne ku 281 kes jî rewşa wan nebaş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin