Li Iraqê hisyariya tozbarînê hat dayîn

Li Iraqê hisyariya tozbarînê hat dayîn

PeyamaKurd –  Li deverên navîn û başûrê Iraqê, pêleke din a tozbarînê destpê dike.

Li gor pisporê rewşa hewayê Sadiq Etiye diyar kiriye, tê pêşbînîkirin ku îro (10 Gulanê) pêleka din ya tozbarînê li deverên navîn yên Iraqê destpê bike.

Pisporê Iraqî eşkere kiriye, ew pêla tozê wê li deverên başûr jî belav bibe û roja 12ê vê mehê zêdetir û tîrtir bibe.

Herwiha wî pisporî hişyarî daye welatiyan ku di rojên tozbarînê de ji mal dernekevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin