Li Iraqê mamoste ketin grevê

Li Iraqê mamoste ketin grevê

PeyamaKurd- Bi banga sendika ya mamosteyan, bi sedema ku daxwazên wan nehatin cîh, li gelek bajarên Iraqê mamoste ketin grevê. Greva mamosteyan bo 2 rojan e.

Yasîn Muhammed ê serpereştê sendîkayê ragihand ku bi sedema xerabûna sîstema perwerdê û reforma ku di perwerdê de kirine, çûne grevê. Mamoste dixwazin hemû mafên ku bo wezîfedarên dewletê re hatine dayîn bila bo mamosteyan jî bê dayîn. Hem mijara dayîna lojmanan jî sedemeka dinê ya grevê ye. Muhammed weha dewam kir:

“Mamoste dixwazin di şertên baş de, di avahiyên dewletê de xebata xwe bikin. Bi sedan dibistanên ji kerpîçan avakirî hene. Di hinek avahiyan de rojê 3 dewre xwendevan xwendina xwe dewam dikin. Ev jî bi neyînî bandorê li perwerdê dike.”

Hem mamoste maaşên xwe zêde derneg distînin û ev jî bandoreka neyînî li perwerdê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin