PeyamaKurd - Li Iraqê di çarçoveya tedbîrên metirsiya rûbirûbûna vîrusa koronayê de, qedexeya derketina derve ya ku 27ê Adarê bidawî dibû, ji nû ve hat dirêjkirin.
Civata Wezîran a Iraqê îro 26ê Adarê biryar derxist ku qedexeya derketina derve li seranserê Iraqê were dirêjkirin.
Ji ber zêdebûna tûşbûyên nexweşîna Covid-19 Civata Wezîran a Iraqê da xuyakirin ku wan biryar daye ku qedexeya derketina derve heta 11ê Nîsanê were dirêjkirin.
Li gorî amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê yên dawî, heta niha 346 kes li Iraqê tûşî vîrusa koronayê bûne û 29 kesan jî ji wê nexweşînê can daye.
Heta niha li Iraqê 103 kesên tûşbûyên Covid-19 jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin