PeyamaKurd – Şîrketa seferên hewayî ku navenda wê Îspanya ye, ji ber greva karkeran 444 seferên xwe betal kir. Greva karkeran ket wexta tatîla sersalê û greva wan dê 4 roj dewam bike. Ji ber betalkirina seferan wê li dora 45 hezar kes bandorê ji grevê bibînin.
Karkerên şîrketa bi navê İberia girêdayê sendîkayên UGT, CCOO û USOne sendika ji bo rojên 5-8 ê meha Rêbendana 2024an biryara grevê girtine. Ji ber grevê wê li 45.641 rêwî mexdûr bibin.
Şîrket dibêje wê peren rêwiyan paşde bidin wan û eger bixwazin ji nûh de ji bo rojên din dikarin bilêta xwe nûh bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin