PeyamaKurd – Li Îsraîlê, di encama merasîma olî ku bi hezaran kes tevlî wê bûn de, herî kêm 44 kesan can dan û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Herwiha rewşa bi dehan birîndaran jî giran e.
Li bakurê Îsraîlê, bi deh hezaran kes beşdarî merasîma olî ya bi navê Lag BaOmer bûn. Merasîm şeva borî, li Mount Meron li navçeya Galilee hatibû lidarxistin.
Medyaya Îsraîlê di destpêkê de diyar kir, stadyûma ku merasîm tê de birêve çû, herifiye û ketiye xwarê, lê pişt re hat zanîn, kesên can dane, yan fetisî ne yan jî di bin lingan de mane û can dane.
Bi hezaran Cihû, di wê merasîmê de beşdar bûn û yek ji kombûnên herî mezin li Îsraîlê tê naskirin ji dema ku şewba Korona destpê kiriye.
Bi hezaran xelkê Îsraîlê li ser mezara Şemûn Bar Yûşay kom bûn ku ahengeke salane ye û xelk bi dirêjahiya şevê nimêj û semayê dike. Ew mezar yek ji cihên herî pîroz e li cem Cihûyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin