PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa bajarê Îstenbolê beşa TEMê, bi serpereştiya serdozgeriya Îstenbolê operasyonê kir ser rêxistina çepên Tirkiyê ya bi navê DHKP/Cê û 14 kesan xist binçav.
Ji 14 binçavkiriyên rêxistina THKP/Cê 10 kes bi biryara zîndanîkirinê, hatin şandin bo zîndanê. Sedema zîndanîkirinê wekî ‘di ser medya civakî de propoganda’ û ‘tevgerên şiddetê’ hatin nîşandan.
Esas kesên navên wan di nav operasyonê de derbas dibin 22 kesin lê heya niha tenê 14 kes ji wan hatin binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin