PeyamaKurd – Li Îtalyayê li çiyayê Marmolada perçeyekî ji cemedê qetiya û aşîta cemedê hat xwarê. Di bûyerê de jimara kesên jiyana xwe ji dest dan gihaye 11 kesan.
Bûyer di 3 yê tîrmehê de çêbû û felaketekî mezin çêbû. Ji roja bûyerê heya niha lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin aşîta cemedê de mabûn dewam dike. Herî dawiyê tîmên rizgarkirinê xwe gihandin cesedê kesekî dinê jî û cesedê wî derxistin. Bi dîtina cesed re jimara kesên ku mirine îro gihaye 11 kesan.
Bi sedema zêdebûna germê, cemed dihele û dibe sedema aşîtên cemedê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin