Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Mezopotamayayê (MA) radigihîne; li Îzmîrê danê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Nûnerê Herêma Egeyê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aslan Kizil, Endamê PMyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aydin Çetînkaya, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygisiz, Hevserokê navçeya Menemenê yê Partiya Wekheviya Gelan  Ekrem Karakoç, Rêveberên berê yên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Mehkûm re (EGE TUHAYDER)yê Selma Altan, Hediye Tekîn û Îsmet Akdemîr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyên li ber dest, kesên ku bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin, birine Midûriyeta Emniyeta Îzmîrê.

Parêzer Mecît Yildirim, anî ziman ku ji ber di dosyayê de 24 saetan biryara “sînordarkirina parêzeran” heye, ew nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin