Li Japonyayê bi pileya 6,9ê erdhejek pêk hat

Li Japonyayê bi pileya 6,9ê erdhejek pêk hat

PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Midîriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) erdhejek bi lerza 6,9ê ku li gor saeta herêmî di saet 21.19an de ye, li peravên Miyazakiyê pêk hat û wekî 30 kîlometre di bin erdê de hat qeydkirin.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) tundiya erdhejê 6,8 ragihand.

Televîzyona dewletê NHKê ragihand ku piştî erdhejê ji bo peravên Miyazakî û eyaleta Koçiyê hişyariya “pêla mezin” hatiye dayîn.

Li gorî ajansa fermî ya Kyodoyê, erdhej li parêzgehên li başûrê herêma Kuyûşuya li Miyazakî ye, hat hiskirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin