PeyamaKurd- Li Kenyayê li bajarê Naîrobiyê otobûseke rêwiyan ji rê derket û qelibî. Di encama qezayê de 50 kesî jiyana xwe ji dest da.
Otobûs sibehê ji Naîrobiyê ber bi bajarê Kakamega ve diçû û 52 rêwiyên wê hebûn. Piştî demekê qontrola otobûs ji qontrolê derket û qelibî. Di qezeyê de hinek jê zarok tevde 50 kesî jiyana xwe ji dest da.
Rêwiyên birîndar jî rakirin nexweşxaneyan. Li Kenyayê her sal kêm zêde 3 hezar kes di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin