Li Kerkûkê bombeyek bi hêzên Îtalî ve teqiya

Li Kerkûkê bombeyek bi hêzên Îtalî ve teqiya

PeyamaKurd - Îro bombeyek bi şêwirmendên leşkerî yên Îtalyayê ve teqiya û di encama teqînê de 5 şêwirmendên leşkerî yên wî welatî birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest, teqîn li nêzîkî qada rahênan û perwerdeya leşkerî li Kerkûkê pêk hatiye ku li wê derê efserên Îtalî rahênanê bi hêzên Iraqê dikin. Piştî bûyerê, birîndar bi helîkopterên leşkerî yên hêzên Amerîkayê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Wezareta Berevaniya Îtalyayê dibêje, sê ji birîndaran birînên wan giran in. Fermandarê Artêşa Îtalyayê ragihandiye, yek ji birîndaran piyekî xwe ji dest daye, yekî din jî zirar gihîştiye beşa hundirê laşê wî.

Wezareta îtalî herwiha dibêje, ew şêwirmendên leşkerî beşek in ji wê hêza taybet ku bi rêya rahênanên bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê roleke bi bandor di şerê li dijî DAIŞê de hebûne.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê, Lorenzo Guerin û Serfermandarê Artêşa Îtalyayê, General Enzo Vecciarelli ragihandine, ku ew bûyer û geşedanan ji nêzîk ve dişopînin.

Hêjayî gotinê ye ku, Îtalya li Iraqê xwediyê 800 l û 40 pispor û şêwirmendên serbazî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin