PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê eşkere kir ku li Kerkûkê di êrîşeke asmanî de, stargeheke DAIŞê ya hejmarek çekdar tê de bûn hat bombebaran kirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de hat ragihandin ku bi balafira F-16 pêgeheke çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Şay a ser girêdayê Kerkûkê hat bombebaran kirin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş diyar kir ku di encama operasyona asmanî de 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin