PeyamaKurd- Li Kerkûkê mayîn teqî û di encama teqînê de 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku mayîn ji aliyê IŞÎDê ve hatiye bicihkirin.
Hat ragihandin ku mayîna ku ji aliyê IŞÎDê ve hatibû bicihkirin, teqiya û di encama teqînê de 2 kesên sivîl hatine kuştin. Di derbarê bûyerê de qaymeqamê Hawîcê Sebhan el-Cubburî daxuyaniyek da û got ku li gundê Tel Dehebê yê nehiya Abbasiyê ya bi Hawîcê ve girêdayî, du rêncberan pêl mayînê kirine û jiyana xwe ji dest dane.
Cubbûrî got ku em texmîn dikin ku ev mayîn ji zû de hatibû bicihkirin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin