Li Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê rapora pêvajoya çareseriyê hate qebûlkirin

Dîroka weşanê :
Li Komîsyona Parlamentoya Tirkiyê rapora pêvajoya çareseriyê hate qebûlkirin

PeyamaKurd- Pêşnûmerapora 60 rûpelî ya ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû amadekirin, îro 18ê Sibatê çû ber dengdanê û bi 47 dengên ji 51 endaman hate qebûlkirin.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş derbarê raporê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev xebat "hiqûq û wîjdana raya giştî di navendê de digire." Kurtulmuş her wiha diyar kir ku naveroka raporê ji têgihîştina efûyê dûr e û wekî bingehekî qanûnî û civakî hatiye amadekirin.

Di dengdana li komîsyonê de lihevkirineke berfireh derket pêş û rapor bi 47 dengên "erê" hat pesendkirin. Di nava partiyên ku piştgirî dan raporê de AK Partî, MHP, CHP, DEM Partî û Partiya Yeni Yol cih girtin. Li aliyê din, parlamenterê TÎPê Ahmet Şik û parlamenterê EMEPê Îskender Bayhan dengê "na" bi kar anîn, parlamentera CHPyê Turkan Elçî ya hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî ku sala 2015an dema daxuyaniyekê li Sûra Diyarbekirê hatibû kuştin jî di dengdanê de bêalî ma.

Rapor ji 7 beşên sereke pêk tê. Mijarên girîng ên wekî dîroka biratiya Kurd û Tirkan, analîzên guhdarîkirina şahidan û pêvajoya xwefesixkirina PKKê digire nav xwe.

Di beşa dawî ya raporê de, pêşniyarên ji bo rêziknameyên yasayî û gavên demokratîkbûnê cih digirin ku wekî nexşerêyek ji bo pêvajoya bê têne dîtin. Tê çaverêkirin ku piştî radestkirina raporê bo parlamentoyê gavên yasayî bi taybet ji bo vegera endamên PKKê yên çek berdane û girtiyên siyasî bên avêtin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin