PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê hin kesên nenas ve 13 bazirganên Morîtanî nêzî sînorên Lîbya-Tişadîyê hatine revandin.
Li gorî ragihandina ajansên herêmî, doh êvarî 9 Morîtanî ji herêma mayinan ango herêma menceman hatine revandin ku îro Înê jî, 4ê din hatine revandin.
Hat diyarkirin ku erebeyeke bi camên reşkirî gihîştiye mayineke herêma Tişadiyê ya Lîbyayê û qefla yekemîn revandiye û piştre kesên mayî revandine.
Her 13 Morîtanî yên revandî bazirganiya pêdiviyên xwarinê li wê herêmê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin