PeyamaKurd – Li welatê Lîbyayê li bajarê Kufra alava ku koçberan hildigirt wergeriya û di encamê de 7 koçber mirin û 32 koçber birîndar bûn.
Li gor ragihandina wezareta karên navxwe yê Lîbyayê; li bajarê Kufrayê li dora 20 hezar koçberên Sûdanî hene ku mecbur mane terka welatê xwe bikin.
Li gor Xizmeta Ambûlans û desteka Tenduristiyê ya Lîbyayê; alava ku welgeriyaye 170 km li başûrê bajarê Kufrayê li çolê qeza kiriye û koçberên tê de tev Sûdanîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin