Li Lubnanê di kampa Sûriyeyiyan de sewat derket

Li Lubnanê di kampa Sûriyeyiyan de sewat derket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Lubnanê di kampa ku penaberên Sûriyê lê dimînin şewat derketiye û 93 kon bi temamî şewitîne. Di şewatê de heya niha kes nemiriye. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Lubnanê NNA yê; li rojhilatê Lubnanê li devera Arselê 200 konên penaberên Sûriyê yên aîdê Umani Wefaq hene û nehat zanîn bê çima agir bi konan ketiye. Niha tesîsata avê û elektrîkê nema bi kar tê. Tîmên parastina sîvîl û yên îtfaiyê mudaxele bi agir kirine û vemirandine.

Li gor rêjeyên Neteweyên Yekgirtî; li Lubnanê 880 hezar penaberên ji Sûriyê hene. Lê hukumeta Lubnanê dibêje ku li dora 1,5 mîlyon penaberên Sûriyê li Lubnanê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin