PeyamaKurd – Li keviyên Derya Sor a derdora Misrê keştiyeke ku geştiyarên rûsî tê de bûn binav bû.
Hate ragihandin ku bûyer li bajarê Hurghada yê keviya Derya Sor rû daye û li derdora saet 10:00 li gorî dema herêmî keştiya turîstan binav bûye.
Konsûlê Rûsyayê ragihandiye ku di keştiyê de 45 kes bûn û hemû jî geştiyarên rûsî bûn.
Hate diyarkirin ku piraniya geştiyaran hatine rizgarkirin û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin