PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Iraqê li başûrê Mûsilê hêzên ewlehiya Iraqê 20 endamên IŞÎDê girtine. Ji van endaman 5 jê pîrek in.
Di derbarê bûyerê de Serbazê Artêşa Iraqê Semîr Arif ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku li başûrê Mûsilê li gundê El Hacê, 5 jê pîrek tevde 20 endamên IŞÎDê hatin girtin.
Semîr Arif got ku endamên IŞÎDê teslîmî Fermandariya Operayonên Mûsilê kirine û di heqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Bajarê Mûsilê di 2014an de ji aliyê IŞÎDê ve hatibû vegirtin û di sala 2017an de ji IŞÎDê hatibû azadkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin