PeyamaKurd- Komîseriya Mafê Mirovan ya Iraqê ragihand ku li bajarê Mûsilê ji bin enkazan 5 hezar cesed hatine derixstin. Mûsil 3 sal di destê DEAŞê de mabû.
Heya meha cotmeha borî cesedên ku nasnameya wan diyar bûne 2 hezar û 665 kesin. Cesedên ku nasnameya wan tesbît nebûne 1 hezar û 992 kesin. Cesedên ku yên zarokane jimara wan hezar û 196 in. Komîserî got ku hêjî di bajêr de bombe hene û ji ber wê gelek kes hene ku naxwazin dagerin bajêr.
Komîserî ji wezareta tenduristiyê xwest ku lezê bidin tesbîtkirina nasnameyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin