PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro danê sibehê 3 moşek li navçeya Mensûr a pêş navçeya Kerx a Bexdayê ketin.
Li gor medya Iraqê îro 31ê Cotmehê danê sibehê li navçeya Mensûr a Bexdayê, 3 moşek ketine ku yek ji wan li nêzîkî nexweşxaneya Heyva Sor a li kolana Neqabat, ya din nêzîkî banka aborî li ser kolana Emîrat û moşekek jî li rawestekeke avê ya li destpêka kolana Zeytûn ketine.
Li gorî zanyariya ji ber wan moşekan ziyanên madî derketine holê û ti ziyanên canî çênebûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî ew moşek ketine xwarê dengên teqînan li navçeya Mensûr hatine bihîstin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin