Li Nîjeryayê operasyon: 37 çekdar hatin kustin

Li Nîjeryayê operasyon: 37 çekdar hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka Nîjeryayê hêzên dewletê li hemberê rêxistina Boko Haramê operasyonekî kirin û di encamê de 37 çekdarên Boko Haramê hatin kuştin. Berdevkê hêzên hewayî yê Nîjeryayê (NAF) Edward Gabkwet di ragihandina xwe ya nivîskî de ragihand ku li eyaleta Yobe, li devera Bûlayê operasyona hewayî û bejayiyê hatiye kirin.

Gabkwet ragihandiye ku di operasyonê de ji bilî 37 kesên kuştî gelek endamên Boko Haramê birîndar bûne û reviyane. Miqdarekî muhîmmatên rêxistinê jî ketine dest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin