Li Pakistanê 14 lesker hatin kustin

Li Pakistanê 14 lesker hatin kustin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li herêma Gvadarê du alavên leşkerî ku ji bajarê Pasniyê diçûn bajarê Ormarayê, ketin kemîna mîlîtanan û di encamê de 14 leşker jiyana xwe ji dest dan. Ragihandina bûyerê ji aliyê artêşa Pakistanê de hat kirin.

Li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belûcistanê îsal êrîşên rêxistinên muxalifan zêde bûne. Her weha car din îro li eyaleta Pakistanê ya Hayber Pahtunhvayê di êrîşa bombeyî de 5 kes miribûn û 20 kes birîndar bûbûn.

Eyaleta Hayber Pahtunhvayê dikeve navbera Pakistan û Afganistanê an  ku li ser sînore lê Belûcistan di navbera Îran, Pakistan û Afganistanê de hatiye perçekirin û di bingeha xwe de welatekî cudaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin