PeyamaKurd- Li bajarê Kuetta yê nêzîkî tixûbê Pakîstan-Afganîstanê, li dijî trempêleke polîsan êrîşeke xwekuştinî pêk hat. Di encamê de 5 polîs hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li nêzîkî herêmê du êrîşkarên dî jî hatin girtin ku wan jî amadekariyên êrîşkirinê dikirin. Herêm ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Li bajarê Kuetta di vê meha dawî de, gelek êrîş li dijî fileh û hêzên ewlehiya hidûd çêbûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin