PeyamaKurd – Li Pakîstanê di encama ketina otobusa rêwiyan a ji ser zinarekî de, 29 kes mirin ku di nav de zarokek jî hebû.
Di encama ketina otobusa rêwiyan a li bajarê Rawalpindî yê Pakîstanê de 1 jê zarok 29 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Rayedaran diyar kirin ku otobus ji herêma Havelî diçû Rawalpindî û qeza li ser pira Girarî pêk hat.
Berpirsê lêgerîn û rizgarkirinê yê eyaleta Pencabê Usman Gujjar got, "Qeza ji ber nexebitîna frenên otobusê pêk hat."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin