Li peravên Tûnisê meytên 15 koçberan hatin dîtin

Dîroka weşanê :
Li peravên Tûnisê meytên 15 koçberan hatin dîtin

PeyamaKurd – Li Derya Spî, li peravên Tûnisê meytên 15 koçberan hatin dîtin.

Ajansa fermî ya Tûnisê diyar kir, cenaze ji ber mayîna wan a dirêj a di behrê de deforme bûne û li gorî lêkolînên ewil cenaze yên kesên ji Afrîkayê yan jî ji welatên din in.

Wezareta Karên Hundir a Tûnisê da zanîn, di sala 2021an de 20 hezar û 616 koçberên neqanûnî hatine binçavkirin ku 10 hezar û 371 ji wan ji Afrîkaya bin Sahrayê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin