PeyamaKurd – Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo yê Rojava êrîşî wesayîtekê kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, li nêzî Mizgefta El Farûk a girêdayî Taxa Kornîş a Qamişlo, wesayîtek bombebarkirî ji aliyê balafirên keşfê ve hate teqandin.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di êrîşê de kuştî û birîndar hene, lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji Rêveberiya Xweser a Rojava û Hêzên Sûriyeya Demokratîk nehatiye dayîn.
Ji 5ê Cotmeha 2023yan û vir ve Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Rojava zêde kiriye. Di êrîşan de avahiyên binesaziya sivîl tên hedefgirtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin