Li Qersê di pevçûnen ser muxtariyê de 25 kes birîndar bûn

Li Qersê di pevçûnen ser muxtariyê de 25 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, li çend gundan piştî hilbijartinan di navbera aliyan de ji ber muxtariyê pevçûn çêbûn.

Hate ragihandin ku di pevçûnên ku bi dar û beran li 6 gundan rû dane de, 25 kes birîndar bûne.

Doh 31ê Adarê roja hilbijartinê jî li gundekî Sûr a Diyarbekirê di şerê ser muxtariyê de kesek hatibû kuştin 11 kes jî birîndar bûbûn. Dîsa li bajarê Rihayê jî gelek bûyerên pevçûna ser muxtariyê çêbûn û herî kêm 16 kes birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin