Li ser Sûriyê 4 dewlet li Îstenbolê dicivin

Li ser Sûriyê 4 dewlet li Îstenbolê dicivin

PeyamaKurd- Li ser mijara Sûriyê 4 dewlet li bajarê Tirkiyê li îstenbolê dicivin. Li gor ragihandina şîretkarê Kremlînê yê karên derve Yuriy Uşakov; Tirkiye, Rûsya, Almanya û Fransa li hev kirine ku li Îstenbolê bo babeta Sûriyê bicivin.

Uşakov got ku berê her çar dewlet li hev kirine ku bicivin lê niha pisporên dewletan dixebitin ku wextê zîrweyê tesbît bikin. Berya vê zîrweyê, wê zîrwe ya Tehranê di 7 ê êlûnê de çêbibe ku Tirkiye, Rûsya û Îran wê tê de werin cem hev.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin