Li Stenbolê 726 koçber hatin desteserkirin

Li Stenbolê 726 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku li Stenbolê 726 koçberên ku bi rêyên dijyasayî derbasî Tirkiyeyê bûne, li Stenbolê hatin desteserkirin. Li gorî agahiyên destpêkê, piraniya koçberan Efxanîstanî ne.

Bi hevkariya Gerînendehiya Ewlehiyê ya Stenbolê û Gerînendehiya Deriyên Hidûdan, îro li Stenbolê bi sedan koçber hatin desteserkirin. Di venêrîna hat kirin de hat ragihandin ku 327 jê Efxanîstanî, 128 jê Sûriyeyî, 104 jê Pakîstanî û 167 jê jî ji welatên cuda, bi giştî 726 koçber hatine desteserkirin. Hat ragihandin ku piştî kar û barên yasayî, ev koçber dê bikevin bin venêrînê.

Hat zanîn ku di xebatên navbera 1 û 5ê Gulanê de jî bi giştî 2 hezar û 117 koçber ên ji welatên cuda derbasî Tirkiyeyê bûne, hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin